Di nava hefteyekê de ji aliyê komên cîhadî ve hatine revandin.
Li gor zaniyariyên berdest, di nava heft rojên derbasbûyî de li bajarê Efrîna dagîrkirî herî kêm 25 welatiyên Kurd ji aliyê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine ravandin.
Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Efrînê diyar kiriye ku cîhadiyên ser bo koma Sultan Murad ya ser bi Tirkiyeyê ve, d nava heft rojên derbasbûyî de li bajarê Efrînê û derdorê herî kêm 25 welatiyên Kurd revandine.
Heta niha çarenivîsa welatiyên revandî nediyare û navenda mafên mirovan diyar kiriye ku komên cîhadî bo azad kirina welatiyên revandî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin