Emîrê wîlateya Cizîreyê hate girtin

beriya niha Emîr û berpirsê darayî yê terorîstan bûye.
کوردستان TV
100%

Li Mûsilê ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatiye girtin.

Asayîşa nîştimaniya Îraqê îro çarşem daxuyaniyek belav kir û têde diyar kir ku, hêzên wan karîne Emîrekî berê yê DIŞIê binçav bikin.

Li gor daxuyaniya han, piştî wergirtina zaniyariyên taybet yên li dor hatina Emîrekî berê yê DIŞIê ji welateke cîran bo Îraqê, hêzên îstîxbarat jî ketine tevgerê û di encam de karîne ev berpirsê DIŞIê li Mûsilê binçav bikin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku kesê girtî di lêpirsînan de li xwe mokir hatiye û gotiye di dema xwe de Emîrê wîlayeta Cizîr ya DIŞIê û berpirsê darayî ya terorîstan li vê herêmê de bûye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.