Ji niha û pêde kar bi wan şîretan tê kirin.
Tîma rûbirû bûna Koronayê yaku li deriyên sînorî yên herêma Kurdistanê hatiye bicîhkirin, derbarê hatûçûya welatiyên Kurdistanê de şîretên nû belav kiriye.
Li gor daxuyaniya han her welatiyek ku her du dozên vaksîna dijî Koronayê li xwe dabe di dema sefer kirinê de pêwîst nake cerbandinên Koronayê bike.
Kesên ku her du doz li xwe nedabin lazime beriya 48 seatan testa PSR bike.
Ev welatiyên Kurd ku ji derveya welat vedigerin eger her du dozên vaksînê li xwe dabin, testa koronayê bo wan nayê kirin û ti pereyek jî ji wan nayêstendin.
Welatiyên ku dema derketin ji Kurdistanê jî test kirine dema vegerê lazime dîsa testê bikin û pereya testê jî 40 hezar dînare.
Kesên ku temena wan ji 12 salan kêmtire dema hatûçûyê de test bo wan nayê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin