Cîgirê Serokê herêmê li gel şandeke leşkerî civiya.
Li gor daxuyaniya Serokatiya herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê herêmê Şêx Cefer Şêx Mistefa û Şêwirmendê karûbarên leşkerî yê Serokatiya herêma Kurdistanê li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiyane.
Di civînê de her du aliyan behsa liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û zêdetir bûna gefên terorîstên DIŞIê li ser ewlekariya deverê kirine.
Her di heman civînê de nîqaş li ser reformên nava hêzên pêşmerge û piştîvaniyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge hatiye kirin û şanda Amerîkî tekez li ser berdewamiya piştîvanî û hevkariyên Amerîka û hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin