4 hezar û 482 cerbandin hatine kirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 4 hezar û 482 cerbandinên diyar kirina Koronayê hatine kirin û derketiye ku bi giştî 322 welatiyên din bi Koronayê ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê ye ku 154 berketiye.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 706 berketiyên berê jî baş bûne û 12 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha bi giştî 368 hezar û 698 kes bi Koronayê ketine, 354 hezar û 240 kes baş bûne û 6 hezar û 651 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin