Qişleya Akrê tê nûjen kirin

166 miliyon dînar bo vê yekê hatiye dabînkirin.
کوردستان TV
100%

Dest bi prosesa nûjen kirinê hatiye kirin.

Birêveberatiya şûnwarên dîrokî yê parêzgeha Dihukê diyar kiriye ku beriya çend rojan dest bi prosesa nûjen kirina Qişleya Akrê li ser şêwazê xwe yê kevnar hatiye kirin.

Biryare di çarçoveya prosesa han de mûzexaneyeke kelûpelên kevnar jî di nava Qişleyê de were avakirin.

Herwiha birêveberatiya şûnwarên Dihukê diyar kiriye ku wezareta Şaredarî ya hikûmeta Kurdistanê 166 miliyon dînar bo nûjen kirina Qişle û çê kirina mûzexaneyeke kevnar dabîn kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.