9 pêgehên DIŞIê hatin jinav birin

operasiyona ku duhê destpê kiribû hîn jî berdewame.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine jinav birin.

Komîteya ragihandinê ya ser bi Fermandariya operasiyonên hevbeş  ya artêşa Îraqê ragihand ku di çarçoveya operasiyona ku duhê li çiyayê Hemrînê li dijî terorîstên DIŞIê de hatibû destpêkirin, artêşa Îraqê kariye derbên dijwar li terorîstan bike.

Li gor daxuyaniya han, di encama wan êrîşan de, bi giştî 9 pêgehên terorîstên DIŞIê li çiyayê Hemrînê hatine wêrankirin.

Weke tê zanîn Îraq sala 2017an serkeftina yekcariya xwe ya li hember terorîstên DIŞIê ragihandibû lê ji vê sale ve heta niha terorîstên DIŞIê li gelek navçe û herêmên Îraqê berdewamin li ser liv û tevgerên xwe û di wan demên dawî de jî liv û tevgerên xwe gelek zêdetir kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.