Dibêje ewê ku bi agirê bilîze vê bişewite.
Duhê hevdîtina onlîne ya Serokê Amerîkayê Jeo Biden û Serokê Çînê Xi Jinping pêk hatibû.
Di hevdîtinê de Biden û Jinping behsa çend mijarên hevbeş û nakok yên di navbera Amerîka û Çînê de kirine.
Her du alî eşkere kirine ku di warê keşûhewa û hawîrdorê de xwedan hizirên hevbeşin û tekez kirine ku navbe rikeberiya bazirganî ya di navbera her du aliyan de bibe sedema pevçûneke leşkerî di navbera wan du welatan de.
Her di heman hevdîtinê de Çîn derbarê mijara serxwebûna Taywanê de hayedarî daye Amerîkayê û diyar kiriye ku serxwebûna Taywanê xeta sor ya Çînê ye, nabe kes bi agirê bilîze jiber ku vê bişewite.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin