Li Dihukê civiyane û behsa rewşa Îraqê kirine.
Di çarçoveya komcivîna aştî û ewlekarî ya Rojhilata Navîn de, îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê tevgera hikme ya Îraqê Emar Hekîm civiya.
Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser rewşa giştî ya Îraqê, encamên hilbijartinan, pêşbîniyên bo pêşeroja Îraqê, hikûmeta nû ya fedralî erk, berpirsiyartî û metirsiyên berdem hikûmetê kirin.
Her di heman civînê de her du alî tekez li ser girîngiya parastina aştî û aramiya siyasî li welat û parastina demokrasiyê kirin.
Di dawiya civînê de her du alî ramanên xwe derbarê prosesa dengdanê, dozên ku li ser hilbijartinê hatine tomarkirin û çawetiya wenêrîn kirina bo dozên han bi rêbazên qanûnî anîn ziman.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin