Ji Cotkaran re gotiye lazime di nava 24 seatan de ji deverê derkevin.
Li gor zaniyariyên berdest, îro çarşem, hêzeke leşkerî ya Îraqê li devera Sergeran di nava erdên çandiniyê yên Kurdan de hatiye belavkirin.
Ev hêza han rê nade Cotkarên Kurd daku cotê û karûbarên taybet bi çandiniyê bikin û ji Cotkarên Kurd re gotiye ku lazime di nava 24 seatan de ji wan erdan derkevin.
Ev di demekê deye ku beriya 3 rojan jî zêdetir ji 50 malbetên Ereb ji parêzgeha Dîwaniyeyê hatibûn deverê û li ser erdên Kurdan konên xwe vedabûn û gotibûn ev der axa meye û lazime hun Kurd ji wir derkevin.
Tişta sosret eve ku artêşa Îraqê jî piştîvaniya ev hewldanên han yên dagîrkariyê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin