Bi dorneyan êrîşî ser sê bajaran kiriye.
Li gor hin çavkaniyên Erebî, îro şemî danê sibê, çekdarên hûsî bi dorneyan êrîşî ser sê bajarên Siûdiyeyê yên li başûrê vê welatî kirine.
Her çend heta niha Sûdiye ku Serokatiya hevpeymaniya Erebî ya li dijî hûsiyan dike, di vê warî de ti daxuyanî nedaye, lê çapemeniya nêzî hûsiyan behsa vê yekê dike ku di encama êrîşên hevdem bo ser sê bajarên Siûdiyeyê, zirarên gelek mezin çê bûne.
Kanala Meyadîn diyar kiriye ku di encama êrîşên han de, geştên esmanî yên li Başûrê Siûdiyeyê hatine rawestandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin