Li Menameya paytext civiyan.
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên beşdar di komcivîna diyaloga Menameyê de, îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîr, şahzadeyê cîhnişîn, Fermandarê giştî yê hêzên çekdar û Serokê civata bilind ya pere pêdana abûriya Behreyînê, şahzade Selman Binhemd Alxelîfe civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, pêşhat û guhertinên heyî yên li deverê de û pere pêdana têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê li gel Behreyinê de hate kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya bihêztir kirin û afirandina derfetên hêlbirînê bi sûd wergirtin ji ezmûna Behreyinê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin