Li Efrînê bo pereyan revandine.
Li gor zaniyariyên ku ji Efrîna dagîrkirî dest ketine, roja 18ê Mijdarê, komên terorîst yên cîhadî yên Tirkiyeyê li Efrînê 6 welatiyên din yên Kurd revandine.
Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku koma terorîst ya cîhadî ya bi navê Mihemed Fatih li gundê Memilayê ya li Efrînê 6 welatiyên Kurd bo ku ji kesûkarên wan pereyan bistînin revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Weke tê zanîn revandina welatiyên Kurd li Efrînê bûye karê rojane yê artêşa Tirkiye û komên terorîst yên cîhadî yên Tirkiyeyê û bo azad kirina wan jî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin