Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 18:51

Serokwezîrê Fransa Jean Castex bi Korona ketiye

her du dozên vaksînê jî li xwe daye.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Fransa Jean Castex bi vîrusa korona ketiye.

Reutersê da zanîn ku Castex ketiye karantînê.

Castex, ku dijî vîrusa korona temamê vaksînan li xwe dane, piştî vegera ji Belçîka hîn bû ku testa keça wê pozîtîf derketiye û piştre testa wî jî pozîtîf derket.

Ofîsa Castex bi daxuyanîyekê ragihand ku ew dê xebatên xwe ji malê bidomîne û 10 rojan di karantînê de bimîne.

Jimareke welatên Ewrupî di demên dawî de bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin jinûve tedbîran berfireh dikin.

Avusturya roja duşemê careke din karantîna giştî ragihand.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dibêje wan berê bi tedbîrên tund vîrus kontrol kiriye û ew ne hewceyî tedbîran in, lê dide zanîn ku ewê bo karanîna vaksînên xurtker bilezînin.

Pisporên saxlemî yên Fransa hefteya borî bo kesên ji 40 salan mezintir vaksînên xurtker pêşnîyaz kirin ku ew vaksîn niha bo kesên ji 65 salan mezintir tên karanîn.

Ji dengê amerîkyê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.