Erbil 38°C Saturday 23 Aug 09:52

Cîgirê Serokê komîsyona YE telefûna Serokwezîr kir

Kurdistan û Ewrûpa hemahengiya navbera xwe didomînin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Koçberan kirin.

Duhê bi şev Cîgirê Serokê komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û piştre jî Serokwezîr derbarê naveroka peywendiya han de wisa nivîsand:

Êwara roja sêşem 23ê Mijdara 2021an Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Margaritis Schinas telefûna me kir.

Di peywendiya han ya telefûnî de me giftûgo derbarê rewşa penaberên ser sînora Belarûs û Polendayê kir.

Di vê derbarê de me daxwaz kir ku welatên Yekîtiya Ewrûpayê hevkariya Penaberan bikin.

Her du alî li ser vê yekê ku bazirganên mirovan û tîmên navnetewî yên qaçaxçiyan ev koçber û penaberan bo mebestên siyasî bikar tînin, hemfikir bûn.

Di berdewamiya peywediya han ya telefûnî de me balkêşande ser vegera zêdetir ji 400 Koçberan ku bi awayeke dilxwaz vegeriyane herêma Kurdisan û Îraqê û biryare di wan demên nêz de çend koçberên din jî vegerin.

Ji aliyeke din ve me tekez li ser girîngiya hebûna steratejiyeke demdirêj di navbera Îraq, Kurdistan û Yekîtiya Ewrûpayê de kir bo diyar kirina sînor li hember koç kirina derqanûnî. Herwiha me daxwaz ji Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê kir daku bi rêya liv û tevgerên bazirganî, hêlbirîna Ewrûpî, hevkariya darayî û teknîkî piştîvaniya bernameya reforman ya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin û ev yek jî dibe sedema zêdetir bûna derfetên kar bo xelkê Kurdistan.

Me ev yek jî da diyarkirin ku lazime civata navnetewî hevkariya zêdetir pêşkêşî ev aware û penaberan bike yên ku li herêma Kurdistanê dene.

Di berdewamiya peywendiya han de behsa wan rêkaran hate kirin ku ji aliyê  hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ve bo pêşî girtin ji koç kirina derqanûnî hatine cîhbicîhkirin. Me amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pêşwazî kirin ji tîmên teknîkî ku ji Brûkselê vê serdana Hewlêr û Bexdayê bike bo stendina tedbîrên pêwîst, diyar kir.

Her du alî li ser berdewam bûna peywendî û hemahengiyê bo mijarên ku cîhê girîngiya hevbeşin, hemfikir bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.