Behsa metirsiyên terorê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 24ê Mijdara 2021an me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral John Brennan kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên Îraq, Sûriye û çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş kir.
Di berdewamiya civînê de me behsa reformên nava wezareta pêşmerge û girîngiya hebûna hemahengiyê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi taybetî bo rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê kir, ku li çend navçeyên Îraqê bûne metirsiyeke rastîn bo ser şêniyên wan deveran.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin