Erbil 38°C Saturday 23 Aug 16:42

Mesrûr Barzanî li gel Xwendekarên zanîngehan civiya

dibêje xwepîşandana medeniyane mafê her kesekê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje bêrêzî kirin bi ala Kurdistanê me gelek êşand.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li zanîngeha Selahedînê li gel hijmareke gelek zêde ji xwendekarên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê civiya.

Di civînê de Serokwezîr behsa girîngiya prosesa xwendin û girîngiya rola Xwendekaran di pêşde birina welat de kir û ragihand ku hun Xwendekar sermayeya dahatûya welatin û hikûmeta Kurdistanê jî bo pêşde birina prosesa xwendinê çi ji destê were dike.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, mixabin di rojên derbasbûyî de li Silêmanî hijmarek xwendekar bo vegerandina dermaleya xwendinê destpê bixwepîşandanê kirin lê  hin alî xwestin ev xwepîşandana han veguhêzin bo cîheke din, em piştîvaniya xwepîşandanên demokratîk û medeniyane û dûr ji tundûtîjiyê dikin, jiber ku ev mafê her kesekêye lê nabe bo bidest xistina mafên xwe emê mafên kesên din binpê bikin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, mijara dermale ( pereya ku bo xwendekaran tê dabînkirin) ji aliyê hikûmeta herêmê ve nehatiye qutkirin, belku hikûmeta Îraqê li gor destûr û rêkeftinan pere bo Kurdistanê neşandiye ev jî hin aliyên Kurdistanî ji Îraqê re gotine ku pere nedin Kurdistanê û li Kurdistanê jî ji xelkê daxwaz dikin daku xwepîşandanê bikin ka çima hikûmet pere nade wane, ev dijminatiya Kurdistan û hikûmeta Kurdistanê dikin.

Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku li ti welateke cîhanê hikûmet pere nade kesekî ku biçe bixwîne, raste xwendin belaşe, lê hikûmet qerê dide xwendekaran û piştî bi dawî hatina xwendinê jî bi şêweye teqsîtan hikûmet qerên xwe ji wan distîne, lê hikûmeta Kurdistanê dema pere hebûye, bêyî ku pişt re ji xwendekaran bistîne dermale daye xwendekaran.

Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de dilgiraniya xwe li hember bêrêzî kirin bi ala Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku ev ne karê xwendekarên Kurde, ev karê hin aliyane ku li dijî Kurdistan û hikûmeta herêma Kurdistanê ne, ala serwerî û pîroziyeke me ya netewiye û lazime were parastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.