Derbarê êrîşa duhê bi şev de daxuyanî daye.
Wezareta pêşmerge daxuyaniyek weşandiye û têde behsa êrîşa duhê bi şev ya terorîstên DIŞIê bo ser hêzên pêşmerge li devera Kulecoyê kiriye.
Wezareta pêşmerge di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, duhê bişev li devera Kuleco ya ser bi Kifrî ya li Gerimiyanê de, 4 pêşmerge birîndar bûne.
Wezareta pêşmerge diyar kiriye ku êrîş hatiye pûçkirin û rewşa deverê jî niha di bin kontrola hêzên pêşmerge deye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin