Erbil 38°C Saturday 23 Aug 16:47

Merûr Barzanî: Lazime bilez navenda ewlekariya hevbeş were ektîf kirin

duhê di encama êrîşeke terorîstan de şehîd bûne.
کوردستان TV
100%

Derbarê şehîd bûna 5 pêşmergeyan de peyameke weşand.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê şehîd bûna 5 pêşmergeyan de peyamek weşand ku naveroka peyamê wisaye;

Nûçeya şehîd bûna hijmarek pêşmergeyên qehreman şeva derbasbûyî li sînorê Kulecoyê ku di dema bihawar çûna hevsengerên xwe ve çûne, me xemgîn kir, hevxemiya xwe pêşkêşî kesûkarên wan dikim û daxwaz ji xwedayê mezin dikim rihê wan bi cenetê şad bike û hêviya bilez başûnê jî bo birîndaran dixwazim.

Me çend caran derbarê metirsiyên terorîstên DIŞIê û dubare xwe organîzekirina wan de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê huşdarî daye û me eşkere kiriye ku terorîst fêde ji boşatiya ewlekarî yaku li wan deveran de heye werdigirin û bûne metirsiyeke mezin bo ser asayî û şêniyên wan deveran.

Lewre lezime bo çalak kirina navendên ewlekarî yên hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bi hemahengiya hevpeymaniya cîhanî, lez were kirin daku boşatiya ewlekarî li wan deveran de nemîne, bo vê yekê me wezareta pêşmerge pîwerdar kir daku, amadekariyên zêdetir bikin û stendina rêkarên pêwîst bo sînordar kirin û nehêştina metirsiyên terorîstên DIŞIê û pêşî bi gehandina ziraran bi hêzên pêşmerge û xelkê deverê bigire.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.