Erbil 38°C Saturday 23 Aug 13:49

Mesrûr Barzanî: Ez bi Kurdbûna xwe serfirazim

dibêje koçber jiber alozî û nakokiyên siyasî koç dikin.
کوردستان TV
100%

Li gel SKYnews hevpeyvînek pêk aniye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybetî de li gel kanala SKYnews behsa çend mijarên girîng weke rewşa koçberan, têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê, rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan kiriye.

Di destpêka hevpeyvînê de di bersifa pirsa SKYnews de Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku Kurd û Kurdistaniye û serfiraze bi Kurdbûna xwe û di nava herêmekê li Îraqê de dijî ku navê xwe herêma Kurdistanê ye û ew jî rastiyeke û lazime hewl bo baştir kirina têkiliyan li gel Îraqê di vê çarçoveyê de were dayîn.

Derbarê hilbijartinên Îraqê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku hîn jî Kurd bo postê Serokkomariya Îraqê Berbijêrê xwe diyar nekiriye û lazime şîe, sune û Kurd jî li ser wan mijaran diyaloga xwe bidomînin.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kiriye ku ji roja yekem ya destbikar kirinê weke Serokwezîr hewl daye aramî, xezimetgozarî û bextewerî bo xelkê dabîn bike, lewre dest bi reformên girîng kirine, rûtîniyat di nava îdareyan de gelek kêm bûye, gendelî jiber reformên hikûmetê gelek kêm bûye û niha rewşa herêma Kurdistanê li gor rewşa deverên din yên Îraqê gelek başe.

Derbarê rewşa koçberan de jî Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku koçber ne jiber xizanî û nedarî koç kirine, beşeke wan jî bi hezaran dolar serif kirine û pirsa koçberan pirseke însaniye. Ew alozî û nakokiyên siyasî kirine hincetek bo koçkirinê.

Derbarê têkiliyên li gel Amerîkayê de jî Barzanî diyar kiriye ku têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê gelek baş û bihêzin, weke dost û hevpeyman Amerîka hevkariya me kir bo ji nav birina rejîma Sedam û dîsa di şerê dijî terorîstên DIŞIê û ji nav birina DIŞIê de.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.