Pêşmergeyek şehîd bû.
Wezareta pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand ku şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li devera Kifirî dîsa êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine.
Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, di encama bersifdana hêzên pêşmerge de êrîşa DIŞIê hatiye têkbirin û terorîstên DIŞIê jî ji deverê reviyane.
Wezareta pêşmerge herwiha diyar kiriye ku di encama pevçûnan de pêşmergeyek şehîd bûye û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn di nava 4 rojan de ev sêyemîn êrîşa terorîstên DIŞIê ye li deverê de û di êrîşa yekem yaku di destpêka hefteyê de pêk hatibû 5 pêşmerge şehîd bibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin