Erbil 38°C Saturday 23 Aug 18:21

Du navendên bazirganî li Kurdistanê têne vekirin

heta niha 22 navendên bazirganiya hevbeş hatine vekirin.
کوردستان TV
100%

Ev navend ji aliyê Siûdiye û Îpsanyayê ve têne vekirin.

Peyvdarê wezareta bazirganî ya hikûmeta Kurdistanê Fethî Mihemed ragihand ku heta niha di çarçoveya hewlên hikûmeta Kurdistanê de bo vekirina kanalên bazirganî li gel welatên cîhanê de, 22 welat navendên xwe yên bazirganî li Kurdistanê vekirine.

Fethî Mihemed herwiha diyar kiriye ku gelek welatên din jiber pêgeha Kurdistanê li deverê de hewl didin daku navendên xwe yên bazirganî li Kurdistanê vekin û niha her yek ji Siûdiye û Îspanyayê amadekariyên xwe bi dawî anîne û di demeke nêz de navendên bazirganiya wan du welatan jî li Kurdistanê were vekirin.

Nav hatî diyar kiriye ku vekirina wan navendan vê gelek fêde bigehîne Kurdistanê û abûriya Kurdistanê bi awayeke berçav pêşde bibe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.