Erbil 38°C Saturday 23 Aug 18:35

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê xendeq lêdaye

dirêjahiya xendeqê 230 km ye.
کوردستان TV
100%

Li derdorê Serê Kanî û Girê Spî ev xendeq hatiye lêdan.

Li gor zaniyariyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên Tirkiyeyê piştî dagîr kirina Serê Kanî û Girê Spî, vê carê jî dest bi lêdana xendeqan li vê herêmê kirine.

Hate zanîn ku dirêjahiya xendeqa ku hatiye lêdan 230km ye û kûriya xendeqê jî 4 metreye.

Hin pispor jî qala vê yekê dikin ku armanc ji lêdana xendeqa han amadekariye bo lidarxistina operasiyoneke din li wan navçeyan.

Ji aliyeke din ve li Efrîn û derdorê jî artêşa Tirkiyeyê karên xwe yên bo çê kirina dîwarê didomîne.

Weke tê zanîn Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gefa destpê kirina operasiyoneke din xwaribû lê jiber nerazî bûna Amerîka û Rûsyeyê Tirkiye heta niha nikariye operasiyona han bide destpêkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.