Erbil 38°C Saturday 23 Aug 22:44

Tirkiye dîsa dest bi topbaran kirina Eyn Îsayê kir

duhê jî ev dever hatibû topbarankirin.
کوردستان TV
100%

Duhê jî ev dever bi tundî hatibû topbarankirin.

Îro danê sibê artêşa Tirkiyeyê û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê dîsa dest bi topbaran kirina devera Eyn Îsa ya li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ev di demekê deye ku duhê jî bi heman awayî artêşa Tirkiye û komên cîhadî heman dever û derdora rêya m4 ya navnetewî bi tundî topbaran kiribûn.

Jêderên xwecîhî behsa vê yekê dikin ku topbaran hîn jî berdewame û ti zirarên canî yên topbaranê nebûne.

Weke tê zanîn hîn jî Tirkiye gefa lidarxistina operasiyona leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.