Jin û zarok jî di nava wan de hene.
Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Efrînê, komên cîhadî yên ser bi Tirkiye û artêşa Tirkiyeyê berdewamin li ser tawanên dijî însanî li hember welatiyên Kurd.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê eşkere kiriye ku di rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li Efrîn û Girê Spî 13 welatiyên din yên Kurd revandine ku di nava wan de jî jin û zarok jî hene.
Revandina welatiyên Kurd karê rojane ya artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ye û bo azad kirina wan daxwaze pereyan ji kesûkarên wan dikin.
Navendê diyar kiriye ku bi tenê di sala 2021an de bi giştî 633 welatiyên Kurd ji aliyê cîhadiyên Tirkiye û artêşa Tirkiyeyê ve hatine revandin ku 11 ji wan zarok û 32 ji wan jî jin bûne û li hember azad kirina wan pere ji kesûkarên wan hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin