Serok Barzanî li gel Glbert Metran civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel kesayetiyê navdar yê Fransî û korê Metran Gilbert Metran civiya.
Di destpêkê de Serok Barzanî rêzdariya xwe ya li hember rola Xatû Danial Metran ya bo berevanî kirin û piştîvanî kirina gelê Kurd diyar kir û nav hatî bi miroveke mezin û dosteke mezin bo gelê Kurdistanê wesif kir û ragihand ku rondikên Metran yên bo mezilûmiyeta gelê Kurdistanê ti caran nayên jibîrkirin.
Serok Barzanî got: Gelê Kurdistanê bo bîranîna Metran çi bike hîn jî kême û ne li gor asta hevkarî û piştîvaniya Metran ya bo gelê Kurdistanê ye.
Serok Barzanî herwiha spasiya malbeta Metran kir ku bo parastina gelê Kurdistanê piştî raperînê xwedan roleke gelek mezin bûye û spasiya gel û hikûmeta Franseyê jî kir ku, di her qonaxekê de piştîvan û hevkarê gelê Kurdistanê bûye.
Li hember de jî Gilbert Metran jî rêzdariya xwe bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ya bo wefadariya wan li hember Metran diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin