Îsraîl xwe bo êrîş kirinê amade dike

dibêje Îran li berdem rêkeftinê astengiyan çê dike.
کوردستان TV
100%

Dixwaze êrîşî ser Îranê bike.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, piştî daxuyaniyên tund yên rayedarên vê welatî li dijî Îranê, niha artêşa Îsraîlê jî dest bi amadekariyên pêwîst bo êrîşeke berfire ya leşkerî li dijî Îranê kiriye.

Rojnameya Time of Îsrael belav kir ku, artêşa Îsraîlê di buhaa 2022an de bi beşdariya hijmareke zêde balefirên cengî yên F16 û F35 tetbîqateke mezin ya leşkerî organîze dike û armanc ji tetbîqata han xwe amade kirine bo êrîş kirine ser Îranê.

Ji aliyeke din ve rayedarên Îsraîlî behsa vê yekê dikin ku Îran li berdem dubare zindî kirina rêkeftina cîhanê ya li gel Îranê derbarê bernameya etomiya Îranê de astengiyan çê dikin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.