Ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatiye kuştin.
Artêşa Îraqê diyar kiriye ku di encama operasiyonekê de li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de korê berpirsê berê yê DIŞIê Ebû Omer Bexdadî hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, hêzên îstîxbarata Îraqê li navçeya Rutbe ya li Rojavayê parêzgeha Enbarê li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê li dar xistine û di encama operasiyona han de korê berpirsê berê yê Enbarê yê terorîstên DIŞIê Ebû Omer Bexdadî yê bi navê Suheyib Hemîd Rawî hatiye kuştin.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de terorîstên DIŞI êrîşên xwe yên li navçeyên curbicur yên Îraqê zêdetir kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin