Zêdetir ji 6 miliyar dolar çek û amûrên leşkerî dide Yûnanê.
Aloziyên navbera Tirkiye û Yûnanê berdewamin û bicîh kirina hêzên leşkerî yên Yûnanî li giravên nêzî Tirkiyeyê jî berdewame û Tirkiye jî li dijî gavên Yûnanê nerazîbûna xwe raber dike û rexne li Amerîkayê dike.
Amerîka jî li dijî Tirkiyeyê piştîvaniya Yûnanê dike û ragihandiye ku bi qasî 6/9 miliyar dolar çek û amûrên leşkerî dide Yûnanê û Yûnan jî wan çek û amûran li nêzî sînorên Tirkiyeyê bicîh dike.
Wezareta derve ya Amerîkayê diyar kiriye ku hikûmeta Amerîkayê firotina çekan bi Yûnanê erê kiriye û di demeke nêz de ev çek û amûrên leşkerî radestî Yûnanê têne kirin.
Weke tê zanîn ku di navbera Yûnan û Tirkiyeyê de aloziyên kevnar hene û di wan rojên dawî de, ev alozî gehêştine asta gefên bikar anîna hêza leşkerî li dijî hev û du.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin