Dibêje bandora vaksînan jî kême.
Saziya tendirostiya cîhanî yaku bi WHO tê nasîn derbarê cureya nû ya Koronayê de yaku bi Omicron tê nasîn huşdarî dide.
Li gor daxuyaniya WHO Omicron metirsîdartirîn cureya Koronayê ye ku bi awayeke bêhempa û bilez belav dibe.
Lezatiya Omicronê di belav bûnê de heta niha li cîhanê de nehatiye dîtin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de behsa rola vaksînan jî hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku vaksîne kirin li dijî Koronayê gelek girînge lê bandora vaksînan li ser Omicronê gelek kême.
Di dawiya daxuyaniyê de ji welatan hatiye xwestin ku rêkarên nû yên xweparêziyê bixin meriyetê jiber ku tenê vaksîn nikare ti welatek ji qirîza han ya nû rizgar bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin