Prosesa paqêj kirina kolanên Hewlêrê destpê kir

12 kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Duhê lehiyeke mezin rabibû û 12 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Duhê bişev jiber barîna pêleke barana bixor li Hewlêr û derdorê, lehiyeke mezin rabû.

Di encama lehiya han de 12 welatî ku ji yek wan zarokeke temen 10 mehiye, canê xwe ji dest dane.

Heta niha cenazeyên 11 kesan hatine dîtin û tenê cenazeyê zarok 10 mehî nehatiye dîtin.

Ji aliyeke din ve, zirarên gelek mezin yên madî ber mal, tirimbîl, dikan û cîhên welatiyan ketine.

Îro jî proseseke mezin ya paqêj kirina kolan û cîhên ku lehî lêdane, destpê kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê duhê 1 miliyar dînar bo hevkarî kirina zirar dîtiyan dabîn kir, dezgeha Laleş jî bi heman awayî 10 miliyon dînar dabîn kirye weke hevkarî bo zirar dîtiyan.

Herwiha duhê jî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana cîhê lehiyê û kesên zirar dîtî kir û ragihand ku raste lehî karesateke xwezayiye lê lazime lêkolîn li ser hin xalan were kirin û kesên ku kemasiyên wan hene werin cezakirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.