Bi du mûşekan êrîş pêk hatiye.
Îro danê sibê li Bexdayê komên çekdar yên nenas, bi mûşekan êrîşî ser navçeya kesk ya li Bexdayê kirine.
Di encama êrîşa han de 2 mûşek ber navçeya kesk ketine, yek ji wam mûşekan ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîkî ve hatiye teqandin lê mûşekeke din li nêzî meydana ahengan ketiye erdê.
Ti zirareke canî ya êrîşî nebûye lê zirarên madî ber du tirimbîlan ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin