Bi eşkence kirine ev ciwanê han kuştine.
Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Efrînê komên terorîst yên cîhadî yên Tirkiyeyê li Efrînê ciwanekî Kurd bi eşkence kirine kuştine.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê eşkere kiriye ku ciwanê Efrînî bi navê Mihemed Ednan Minle Elî ku 32 saliye, û xelkê navçeya Raco ya Efrînê ye, beriya çend salan ji aliyê komên cîhadî yên Tirkiyeyê ve hatibû girtin û di encama eşkence kirinê de li girtîgeheke wan komên terorîst canê xwe ji dest daye.
Nav hatî di Adara 2018an de dema dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên terorîst yên Tirkiyeyê ve hatibû girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin