Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 12:34

Li Rûsyeyê zêdetir ji 600 hezar kesan canê xwe ji dest dane

rûsye sêyem welate ku têde herî zêde xelk mirine.
کوردستان TV
100%

Jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku vîrusa korona li Rûsya pirtir ji 600,000 kes kuştine.

Reutersê dîyar kir ku bi taybetî piştî belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta li Rûsya mirinên ji korona zêde bûne.

Rûsya bi 600,434 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê li dû Amerîka ya bi qasî 813,000 mirinan û Brezîlya ya bi 618,000 mirinan tê.

Cureya vîrusa korona ya bi navê Omicron, ku li welatên din berbelavtir dibe, heta niha li Rûsya bandorekê kêm li hejmaran kiriye.

Karbidestên Rûsya dibêjin ku vê hefteyê bi tenê 41 pêketinên Omicronê hatine tespît kirin.

Reuters dibêje wê agahîyên ser mirinên ji vîrusa korona ji Rosstat, ku xizmeta îstatîstîkan dide, û ji hêzên Rûsya yên vîrusa korona sitandine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.