Bêyî ku sedemên girtinê werin eşkere kirin 6 roje hatine girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îranê li bajarê Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê beriya 6 rojan du welatiyên Kurd ku hevjînin hevin binçav kirine.
Hengawê diyar kiriye ku hêzên ewlekarî yên Îranê beriya 6 rojan êrîşî ser mala ev her du welatiyên Kurd li Îlamê kirine û bêyî ku sedema girtinê ji wan re eşkere bikin, ev girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Çavkaniyê diyar kiriye ku rixmî derbasbûna 6 rojan bi ser girtina wan du welatiyan de lê heta niha çarenivîsa wan nediyare û hewldanên kesûkarên wan jî bo zanîna çarenivîsa wan bê encam bûne.
Ev her du welatî, hevjînin hevin û navên wan Meryem Heqgû û Pûriya Cewadiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin