Êrîş bi rêya du dorneyên bombekirî pêk hatiye.
Li gor nûçeyeke çapemeniya Îraqê, îro duşem danê sibê li Bexdayê komên çekdar êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên Amerîkî kirine.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku, hin komên çekdar bi rêya du dorneyên bombekirî êrîşî ser navenda leşkerî ya Victoria ya Amerîkî li Bexdayê kirine.
Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Ev êrîş di demekê deye ku Amerîka dibêje hêzên xwe yên şerker ji Îraqê vekêşane û li hember de jî komên çekdar dibêjin neraste, hêzên Amerîkî nevekêşane û emê êrîşî ser wan bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin