Îsraîlê bang li karmendên saxlemiyê kir ku doza çaran ya vaksîna vîrusa korona li xwe bidin.
Li gor banga hikûmetê, kesên ji 60 salî mezintir jî tê xwestin ku doza duduyan vaksîna xurtker li xwe xin.
Karbidestên Îsraîlê di rojên borî de bo vaksîna Pfizer – BioNTechê biryar dabû ku ew wek doza duduyan ya xurtker were karanîn.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett diyar kir ku ew di berevanîya diî vîrusa korona de ketine qonaxeke nû.
Bennett diyar kir ku welatê wî dê di karanîna vaksînê de careke din pêşengiya cîhanê bike.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin