Erbil 38°C Thursday 28 Aug 11:55

Serok Barzanî li gel şandeke tevgera Sedir civiya

tekez li ser destpê kirina qonaxeke nû ya siyasî kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa hewldanên ava kirina hikûmeta nû kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şanda danûstandinkar ya tevgera Sedir bi Serokatiya Şêx Hesen Ezarî kir.

Di civînê de giftûgo derbarê prosesa siyasiya Îraqê û encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser amadekariyên yekem civîna parlementoya nû ya Îraqê jî hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de her du aliyan tekez li ser berdewamiya hewldanên heyî yên bo destpê kirina qonaxeke nû di nava prosesa siyasiya Îraqê û derbas kirina alozî û arîşeyan kirin û balkêşandine ser çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya serrast kirina prosesa siyasiya Îraqê û li berçav girtina daxwazên tevahiya pêkhateyên Îraqê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.