Erbil 38°C Thursday 19 Jun 19:55

Li Îraqê dîsa êrîşî hêzên hevpeymanan hate kirin

êrîş li ser rêya Dîwaniye pêk hatiye û zirarên madî çê bûne.
کوردستان TV
100%

Ji bilî zirarên madî zirarên din çê nebûne.

Li gor polîsa Îraqê îro bombeyeke vedayî li ser rêya sereke ya bajarê Dîwaniye ya Îraqê bi karwaneke veguhastina pêdiviyên locistîkî ya hevpeymaniya cîhanî teqiyaye.

Polîsê Îraqê ragihandiye ku di encama teqîna han de zirarên madî ber yek ji tirimbîlên nava karwanê ketine û ti zirarên din çê nebûne.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de êrîşên komên çekdar li dijî hêzên hevpeymanan li Îraqê gelek zêde bûne.

N: E. G

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.