Rûsye gotibû hêzên xwe li ser sînor vekêşaye.
Piştî ku Rûsye çend dêmenên vekêşîna hijmarek ji hêzên xwe yên li ser sînorên Ukraynayê weşand, Amerîka jî ragihand ku ev dêmen nerastin û Rûsye hêzên xwe nevekêşane.
Rayedarên Amerîkî diyar kirine ku dêmenên ku ji esman hatine girtin nîşan didin ku Rûsye netenê hêzên xwe nevekêşaye belku zêdetir ji 7 hezar leşkerên din şandiye ser sînorên Ukraynayê.
Ji aliyeke din ve duhê hin jêderên nûçeyan qala vê yekê kiribûn ku, hêzên ku Rûsye dibêje me vekêşane, ev hêz bûne ku li navçeya Kirimiya beşdarî di tetbîqateke leşkerî de kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin