Erbil 38°C Thursday 19 Jun 13:38

Li Kerkûk û Selahedîn veşargehên DIŞIê hatin îmhakirin

operasiyonek li Kerkûkê li dijî paşmayiyên DIŞIê hate lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Li başûrê Kerkûkê veşargeheke rêxistina DIŞIê hat dîtin û çend veşargehên din jî li parêzgeha Selahedîn hatin topbarankirin.

Li gor nûçeyeke basnewsê wezareta Navxwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Hêzên Firqeya Pênc a Polîsên Federal, bi piştevaniya yekeyên hêzên dezgeha îstixbaratê û tîmên endazyarî yên rakirina mayînan û pûçkirina bombe û teqemeniyan, proseyeke ewlehiyê li geliyê Kerhe û Ebû Xenacir li başûrê Kerkûkê encam dan û veşargeheke çekdarên DIŞIê dîtin.”

Herwiha çend veşargehên din jî li sînorê Samera yê ser bi parêzgeha Selahedîn a Iraqê hatin topbarankirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.