Rê nade Rûsye beşdarî di misabiqeyan de bike.
Roj bi roj çarçoveya dorpêçên cîhanî dijî Rûsyeyê zêdetir dibin û di vê çarçoveyê de jî îro fedrasiyona fotbulê ya cîhanê ragihand ku ev jî dorpêç daniye ser Rûsyeyê.
Li gor daxuyaniya FÎFAyê, di misabiqeyan de nabe wêneyên Rûsye, alaya Rûsye û sirûda nîştimanî ya Rûsyeyê werin xwendin.
Herwiha Rûsye nabe beşdarî di misabiqeyan de bike û misabiqeyên ku vê li Rûsyeyê werin organîzekirin, bêyî beşdariya temaşevanan û li yarîgeheke bêalî têne organîzekirin.
Weke tê zanîn beriya niha jî ABD, YE, Japon, Avustiraliya û gelek welatên din jiber şerê dijî Ukraynayê dorpêçên gelek dijwar danîbûn ser Rûsyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin