Wezîrê tendirostî huşdarî dide xelkê.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî di daxuyaniyekê de huşdarî dide şêniyên Kurdistanê û dibêje lazime gelek bi başî xwe biparêzin.
Saman Berzencî diyar kiriye ku pêla çarem ya Koronayê li Kurdistanê bi dijwarî destpê kiriye û jiber ku ev pêla han ji cureya nû ya Koronayê yaku bi Omîcronê tê nasîn gelek bilez belav dibe.
Berzencî daxwaz ji welatiyan kiriye ku lazime gelek bi başî rêkarên xweparêziyê cîhbicîh bikin û hikûmeta Kurdistanê jî tedbîrên pêwîst li hember vê pêla nû distîne û amadekariyên pêwîst jî bo vê yekê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin