Dibêje li Sûriyeyê erkê me bi dawî hatiye.
Her du wezaretên derve û berevanî yên Almanyayê daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û ragihandine ku dema erk û pîwerdariya leşkerên Almanî li Sûriyeyê bi dawî hatiye.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku erk û pîwerdariya leşkerên Almanî li Îraq û Kurdistanê bo saleke din hatiye dirêjkirin û ew 500 leşkerên Almanî ku li Kurdistanê de hatine bicîhkirin berdewam dibin li ser erkên xwe.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistan û Îraqê di şerê dijî terorê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin