Li ser twitterê peyamek weşandiye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê biryara hikûmeta Almanyayê ya derbarê dirêj kirina dema mayîna leşkerên Almanî li Kurdistan û Îraqê de li ser twitterê peyamek weşand.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Ev biryar biryareke gelek girînge, hevkar dibe bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û em spasiya hikûmeta Almanyayê dikin.
Weke tê zanîn duhê bişev Almanya biryar da ku dema mayîna hêzên xwe li Îraq û Kurdistanê dirêj bike.
Niha 500 leşkerên Almanî li Kurdistanê de hene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin