Derbarê rewşa Hewlêrê de ferman daye aliyên têkildar.
Îro Serok Barzanî bi rêya telefûnê peywendî bi Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav re kir û jiber lehiya ku îro danê sibê li çend tax û navçeyên Hewlêrê rabûye, agahî ji parêzgar û aliyên têkildar wergirt.
Serok Barzanî herwiha ferman kiriye ku lazime tevahiya aliyên têkildar yên hikûmetê bilez bi hawara xelkê ve biçin û daxwazên xelkê cîhbicîh bikin û tedbîrên pêwîst bistînin bo rûbirû bûna rewşên wisa.
Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Kurdistanê jî danê sibê ferman bi aliyên têkildar kiriye ku karûbarên pêwîst yên paqêj kirina cadeyan, vekirina rêyan û hevkarî kirina welatiyan bilez û birêkûpêkî cîhbicîh bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin