Erbil 38°C Wednesday 12 Nov 14:55

Serok Barzanî pêşwaziya Seroka komîteya azadiya olî ya Amerîkayê kir

behsa rewşa gelê Kurd li Sûriye û rojavayê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa bihevre jiyana olî û tenîkî li Kurdistanê de kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Seroka komîteya azadiya olî ya li Amerîkayê Nadine Maenza kir.

Di hevdîtinê de Seroka komîteya azadiya olî  ya Amerîkayê rêzdariya xwe ji bo siyaseta Serok Barzanî û rola dîrokiya malbata Barzanî ya li kûrkirina pêkvejiyana olî û parastina azadiya neteweyî û olî ya li Kurdistanê hebû. Her wiha qurbanîdana hêzên Pêşmerge ya li şerê Da'îş û mîhvandariya xelkê Kurdistanê û hewandina sedan hezar koçberan bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa olan û pêkvejiyana pêkhatan li Kurdistanê û berdewambûna çanda pêkvejiyanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa siyasiya Sûriye û rewşa jiyana xelk û peywendiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdî li Suriye mijareke dinê hevdîtinê bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.