Artêşa Îraqê kete amadebaşiyê

balefir û kopterên Îraqî jî li ser esmanê deverê digerin.
کوردستان TV
100%

Li ser sînorên Îraq û Sûriyeyê hêz hatiye bicîhkirin.

Piştî bûyerên li girtîgeha Xiwêran ya li Hesekê ku di encam de hijmarek terorîstên DIŞIê ji girtîgehê reviyane, artêşa Îraqê jî kete amadebaşiyê.

Artêşa Îraq ji tirsa ku dîsa DIŞI were û hin deverên Îraqê dagîr bike, hêzeke zêde şandiye ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê û liwir bicîh kiriye.

Herwiha kopterên Îraqî jî firînên xwe yên li deverên sînorî zêdetir kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.