Behsa têkiliyên navbera Libnan û Kurdistanê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Libnanî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;
Îro duşem 24ê Çiraya paşê ya 2022 an me pêşwaziya şandeke Libnanî ya bi Serokatiya wezîrê dad yê Libnanê Henry Khory û şandeke pê re kir ku ji Serok civata dadweriya Libnanê û alîkarê Emîndarê giştî yê Komkara Erebî pêk hatibû.
Şanda han di civînê de behsa girîngiya têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Libnanê di warên curbicur de kir bi taybetî pêşde birina hemahengiya di warê desthilatê dadweriyê û sûd wergirtin ji pispor û ezmûnên hev û du.
Di civînê de me jî balkêşande ser rola girîng ya desthilata dadwerî li herêma Kurdistanê de ku desthilateke serbixwe ye û amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo bihêztir kirina hevkarî û hemahengiya li gel desthilata dadweriya Libnanê diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin