Îro serdana Şingal jî dike.
Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokatiya civata wezîran ya Îraqê, îro danê sibê Serokwezîr Mistefa Kazimî bi mebesta agehdar bûn ji rewşa deverên sînorî yên di navbera Îraq û Sûriyeyê de serdana deverê kiriye.
Biryare Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana han de li gel hêzên pasevanên sînor bicive û ji aliyê wan hêzan ve derbarê rewşa deverê de zaniyariyên pêîst werbigire.
Kazimî niha li devera Geyareye û biryare serdana devera Şingalê jî bike.
Weke tê zanîn piştî bûyerên girtîgeha Hesekê, artêşa Îraqê jî hêzeke zêde şandiye ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê û tedbîrên ewlekarî yên bo rûbirû bûna DIŞIê li ser sînorê zêdetir kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin